ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-26 09:00:12   * Di mekanîzmayên ku ji bo pêşîlêgirtina tundiyê hatine avakirin de, di mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê de xizmeta zimanê zikmakî tune ye. Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan têkildarî rapora ku amade kirine agahî da û diyar kir ku rêveberiyên xwecihî di vî warî de xwedî cihekî girîng in.   * Jinên karker di bin germahiya 40 dereceyî germê de rojê 14 saet dixebitin û keda ku heq dikin jî nikarin bistînin. Xwediyên zeviyan jî gotin ku cotkar nayên destekkirin û ew bi pirsgirêkanre rû bi rû dimînin.    * Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî geşedanên rojane dê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00) ZINDΠ   * Êrişa ku dewleta tirk li Silêmaniyê li dijî rojnamevanan li dar xist dê li Amed, Wan, Şirnex û Stenbolê bê şermezarkirin. (10.00-19.30) ZINDΠ   * Rêxistina DBP’a Wanê têkildarî kongreya ku li dar xist dê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixî. (12.00)    * Malbatên girtiyan dê li ber Girtîgeha Amedê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (16.00)    * Çalakiya nobetê ya li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin dê berdewam bike. (20.00-22.00)