Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin 2024-08-26 09:37:23   BALIKESÎR - Jina bi navê Eylem Sevîlen li navçeya Gonenê ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin.    Li navçeya Gonen a Baliesîrê, jina ku dayika wê derbarê wê de îxbara windabûnê dabû, di nava qenepeya li mala xwe de mirî hate dîtin.    Hafîze Sevîlen a li Taxa Karşiyakayê dijî, îxbar kir ku keça wê ya 18 salî Eylem Sevîlen di nava rojê de nehatiye malê. Polîsan li ser vê yekê dest bi lêkolînê kir. Pişt re xizmekî malbatê agahî da ku Sevîlen bê liv û tevger di nava qenepeyê li mala xwe de dirêj kiriye. Li ser vê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê di kontrolên ku kirin de tespît kirin ku Eylem Sevîlenê jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolînên hatin kirin cenazeyê Sevîlen rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Gonenê.    Mûrat Sevîlên ê weke gumanbar hate binçavkirin, piştî îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan, îtîraf kir ku ji ber guman kiriye hevalekî mêr ê keça wê heye ew qetil kiriye.    Sevîlen ê sewqî edliyeyê hate kirin, ji aliyê dadgeha nobedar ve hate girtin.