Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne 2024-08-26 10:43:13 AMED  - TJA ku qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi daxuyaniya da şermezar kir, wiha got: “Kedkarên Çapemeniya Azad ku şopa heqîqetê didomînin, dê pênûsê hevalên xwe li erdê nehêlin û di her şert û merci dê dê dengê heqîqetê derxînin holê.”   Dewleta tirk di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Ji bo Dara û Bahadîn li ber Rêxistina Partiya Wekhevî û Azadiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî û gelek kes beşdarî daxuyaniya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hate kirin bûn.    Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray a di daxuyaniya ku pankarta “Dengê çapemeniya azad nayê qûtkirin” hate vekirin de axivî, wiha got: “Mafê kesekî nîne ku dengê çapemeniyê qût bike. Pergal li dijî kurdan li her derê êrişên xwe pêk tîne. Bi hevkariya PDK’ê di pêşengtiya AKP’ê û MHP’ê de ev komkujî hate kirin. Em van êrişan şermezar dikin. Çapemeniya azad bi komkujiyan naqede.”   ‘PDK DIVÊ BES BIBE HEVKARÊ VÎ SÛCÎ’    Pişt re Cîgira Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Necla Korkmaz a axivî, wiha got: “Em komkujiya li dijî kedkarên çapemeniya azad rojnamevanên jin şermezar dikin. Ji ber ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê nikare entegreyî sîstema siyasî ya cîhanê bibe, her tim dijminan diafirîne û polîtîkayên êrişan dimeşîne. AKP-MHP bi van êrîşan dixwazin xeyalên xwe yên neo-Osmanî pêk bînin. Divê PDK demildest dest ji hevkariya vî sûcî berde.”   ‘DENGÊ ÇAPEMENIYA AZAD NIKARE BÊ QÛTKIRIN’    Korkmaz diyar kir ku rejîma AKP’ê û MHP’ê ya dijminê jinan bi êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd û destketiyên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê re destketiyên jinan hedef digire û wiha berdewam kir: “Di encama van êrîşan de hevrêya me ya rojnamevan Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Armanca vê êrîşa li ser rojnamegeran ew e ku dengê çapemeniya azad bêdeng bikin û nehêle sûcên şer ên li Kurdistanê berdewam dikin bighêjin civaka cîhanê. Lê divê bê zanîn ku ; Kedkarên çapemeniya azad ên li pey heqîqetê ne wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û di her şert û mercî de dengê heqîqetê ragihînin.”   Di tevahiya daxuyaniyê de li dijî mudaxileya polîsan bi dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Jin jiyan azadiyê” hate şermezarkirin. Piştî ku polîsan xebatkarên çapemeniyê asteng kirin parlamenter Eren bi telefona xwe dîmen kişand.    Daxuyanî bi dirûşman û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.