Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan 2024-08-26 16:02:20   ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên dijminane yên AKP’ê û MHP’ê berê xwe bidin Îmraliyê û wiha got: “Fikir, raman, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û Rojhilata Navîn yekane çare ne.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, di çarçoveya xebatên rêxistinkirinê yên partiya wî dimeşîne de li Îzmîrê bi nûnerên partî û saziyan re civiya. Berdevkê Rêxistinkirinê yê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Vezîr Parlak, Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat, endam û rêveberên DBP’ê û DEM Partiyê beşdar bûn.    Bayindir ê di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, diyar kir ku Herêma Egeyê û Îzmîr ji aliyê têkoşînê ve bajarekî girîng in. Bayindir, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê û çar parçeyê Kurdistanê di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û wiha got: “Dewleta tirk projeyeke nû daniye pêşiya xwe. Bi berdewama Plana Şark Islahatê hewl didin ku ax û zimanê kurdan nebe. Beriya du rojan li Silêmaniyê di encama êrişa SÎHA’yan 2 jin hatin qetilkirin. Em van êrişan şermezar dikin. Di kesayeta hevalên jin de li ber hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di sala 2014’an de Tirkiyeyê ji têkoşîna azadiyê ya kurd û Kurdistanê re şer îlan kir. Ji ber vê yekê desthilata qirker a faşîst, dijminatiya xwe ya ji têkoşîna kurdan re domand.”   ’50 SAL IN TÊKOŞÎN DIDOME’    Bayindir, bi lêv kir ku tevî hemû zextan têkoşîn didome û ne tenê li Kurdistanê li hemû cîhanê didome û wiha berdewam kir: “Dayik, jin, ciwan li her qadê têkoşîna xwe didomînin û dîroka qehremantiyê tê nivîsandin. Têkoşîna ku ne tenê li dijî Tirkiyeyê li dijî hemû dewletên hegemon, faşîst, qirker û hêzan re tê birêvebirin 50 sal in li ser piyan e. Ev têkoşîn belavî hemû cîhanê bû, ji bo hemû gelên mazlûm bû çare. Ji Afrîkayê heta Amerîkayê, heta Ewropayê gelên li hemû Rojhilata Navîn aştî û azadiyê dixwazin li têkoşîna azadiyê ya kurdan a li Kurdistanê tê meşandin dinêrin. Çarenûsa vê têkoşînê di destê gelê kurd de ye, ji aliyê bilindkirina têkoşînê ve pratîka ku em deynin holê gelek girîng e. Weke gelê kurd li Îzmîrê, li Tirkiyeyê û li her derê em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidomînin. Tu hêz, şer û dijminatî kêliyekê jî nikarin gelê kurd ji vê têkoşînê bigirin.”   BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ    Bayindir, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku tecrîd amûra herî girîng a desthilata AKP’ê û MHP’ê ya şer e. Bayindir, diyar kir ku divê li dijî tecrîdê bi hemû hêzên xwe ve têbikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro li Tirkiye û Kurdistanê krîzeke siyasal û aborî dijî. Hemû bandorên van krîzan em hemû dijîn. Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya van krîzan polîtîkaya tecrîdê ye. Em weke kesên ku van krîzan dijîn, divê ji polîtîkayên şer û dijminatiyê re bêjin ‘na’. Divê em ewilî ji polîtîkayên tecrîdê re dengê xwe derxînin û berê xwe bidin Îmraliyê, berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan. Fikir, raman, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û Rojhilata Navîn yekane çare ne. Divê hemû kurd ji bo Serok, rizgarî, ax, ziman û hebûna xwe ji van polîtîkayan re dengê xwe derxînin. Heke tecrîd were rakirin dê ji bo Tirkiyeyê jî jiyaneke demokratîk pêkan bibe.”   ‘ÇARENÛSA ME GIRÊDAYÎ AZADIYA OCALAN E’    Bayindir, qala rewşa PDK’ê ya bi dewleta tirk re hevkariyê dike jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila baş bizanin ku sed sal in demarên xiyanetê tu encam bi dest nexistin. PDK îro hewl dide bi demara xiyanetê encamekê bi dest bixe. Lê ji Bakur heta Ewropayê kurd dê têkoşîna xwe ya civakeke demokratîk bimeşînin. Gelê kurd girêdayî fikra Ocalan in. Çarenûsa me girêdayî azadiya Ocalan e. Bimre xiyanet bijî serkeftin.”   Piştî axaftina Bayindir civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.