Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike 2024-08-26 16:57:26   COLEMÊRG – Rêxistina DEM Partiyê ya Şemzînanê têkildarî zimandirêjî û gefên ji aliyê şaredarê AKP’î ve li partî û rêveberên wan tê kirin daxuyanî da û wiha got: “Tu kes nikare zimandirêjiyê li partiya me bike. Bila lêborînê ji partiya me û gelê Şemzînanê bixwazin.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî gefên ku şaredarê AKP’î yê Şemzînanê li DEM Partî û rêveberên wê dike, li ber derê avahiya xwe ya navçeyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût, Hevserokê DEM Partiyê yê Şemzînanê Agît Tekîn, endamên DEM Partiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.   ‘EM JI MIRINÊ NATIRSIN’   Hevserokê Şemzînanê Agît Tekîn metna daxuyaniyê xwend. Tekîn, anî ziman ku ew weke partiyeke siyasî ya gelên bindest û taybetî jî ya gelê kurd mafên xwe dixwazin. Tekîn, diyar kir ku lê pergala AKP’ê ya ku aborî û berjewendiyên xwe li pêşiya her tiştî dibîne, ziman dirêjî partiya wan dike. Tekîn, bi domdarî wiha got: “Di nava gel de çi rûyê wan yê serbilindiyê nîne û çi mafên wan ne hatine binpêkirin. Ew tenê dibin şirîkê zilm û zordarîya li ser gelê kurd. Bila qet xwe mezin nekin, em ji zîndanan jî ji mirinê jî natirsin. Kes bila ser pergala gefxwarinê neyê hemberî me.”   ‘KESÊN HERAMXWER NIKARIN BEHSA DEMOKRASIYÊ BIKIN’   Tekîn, destnîşan kir ku bila herkesek baş bizane ku ew li ber zilmê serî natewînin û da zanîn ku AKP û şaredarê niha bi desthilatiyek leşkerî vîna gelê Şemzînan desteser kiriye. Tekîn, bi bîr anî ku şaredarî AKP’î hilbijartiyê gelê Şemzînanê nîne  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şaredarê ku bi dengên heram bûye şaredar û demokrasi binpêkirî şerm nake ku behsa demokrasiyê dike. Dibêjin demokrasî rê çêkirin û dibistan çêkirin e. Lê ew tiştên besh dikin xizmet e û bi pereyên gel tê çêkirin. Ev demokrasiyê nizanin. Demokrasi di serî de naskirina iradeya gel e. Kesên li ser iradeye gel weke heramxweran runiştî ne nikarin behsa demokrasiyê bikin.”   ‘TU KES NIKARE ZIMANDIRÊJIYÊ LI PARTIYA ME BIKE’   Dû re parlementer Oznûr Bartin axivî û diyar kir ku ji HEP’ê heta DEM’ê tekoşîna wan ya siyasî tevî cînayetên kiryarên nediyar, girtina partiyan, girtin û îşkenceyan bi hemû meziniya xwe didome. Bartin, destnîşan kir ku hemû raya giştî di kevneşopiya siyasî ya Şemzînanê baş dizane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Şemzînanê bi hemû giraniya xwe xwedî li tekoşîna xwe derdikeve û nahêle tu kes zimanê xwe dirêjî partiya wan bike. Tu kes nikare zimanê xwe dirêjî partiya me, tekoşîna me û rêhevalên me bike. Kesê ku bi hilbijêrên qaçak hatiye hilbijartin rêberê vî gelî nîne û nikare bibe berdevkê vî gelî. Şaredarê ku heqaretê li tekoşîn û kevneşopiya vî gelî dike, di ciwatan de jî zimanê xwe dirêjî partiya me dike. Ziman dirêjiya li dijî malbat, rêveber û tekoşîna me nayê qebûlkirin û em serî li ber van kesan tu car natewînin.”   ‘BILA LÊBORÎNÊ JI PARTIYA ME BIXWAZIN’   Bartin, bang li gelê Şemzînan kir û da zanîn ku DEM Partî partiya we ye û vîna we ye. Bartin, destnîşan kir ku partiya wan li gel xayîn û dijminên kurdan di nava tifaqan de nîne û ji bo tekoşîna we ya heta niha meşandiye, bi dil û can dixebite. Bartin, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li derdora partiya xwe bibin yek û bersiva herî mezin bidin van kesan. Em li dijî vê zilmê bêdeng namînin û em dixwazin ev şexsiyetê zimandirêjiya li partiya me dike, ji partiya me, ji gelê Şemzînan û ji rêveberên me lêborînê bixwaze.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.