Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2024-08-26 23:11:46   STENBOL - Di nobeta li dijî qeyûm de ya li Qada Şîşhaneyê hatiye destpêkirin, rojnamevanên hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.   Nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya ji hêla Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya navçeya Beyoglûyê hat destpêkirin di roja 72’an de berdewam kir. Ji bilî nûnerên gelek partî, sendîka û saziyan, gelek saziyên çapemeniyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de tişortên “Qeyûm biciheme” hat li xwe kirin û pankartên bi kurdî, tirkî, îngilîzî û erebî “Colemêrg ya me ye” û “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye” hatin vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrgê”, "Her der Colemêrg her der berxwedan", “Qeyûm wê biçe, em ê bimînin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin.    Çalakî bi bîranîna rojnamevanên li Silêmaniyê hatin qetilkirin dest pê kir.    'ÇAPEMENIYA AZAD LI DIJÎ HER CÛRE ZILMÊ MEZIN BÛ’    Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji salên 1990'î û vir ve Çapemeniya Azad li dijî her zilmê li ber xwe daye û mezin bûye. Dîren Yurtsever anî ziman ku her zilm ji Çapemeniya Azad re dibe sedema têkoşînê û got: "Kedkarên Çapemeniya Azad ji kevneşopiyeke berxwedanê tê û mezin dibe. Em ê ti carî paşve gav neavêjin. Em hevalên xwe yên hatin qetilkirin bi bîr tînin."   Endamên Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê jî di çalakiyê de axivîn û anîn ziman ku ew ê li dijî xiyaneta li ser gelê Kurd têbikoşin û wiha gotin: “Li Silêmaniyê ne tenê du jin hatin qetilkirin, her wiha ew pêşengên têkoşîna azadiya gelê Kurd bûn. Kujer desthilatdar û xiyanetkarin. Em ê li dijî xiyanetê têbikoşin. Zimanê me û govenda me jî tên qedexekirin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”