130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe 2024-08-27 08:31:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Berovajiyê gelek cihên din êzidiyên ji ber fermanê neçar mabûn cihê xwe terk bikin, vedigerin Şengalê. Di vê çarçoveyê de 130 malbatên din ji Wargeha Êsya ya Dihokê vegeriyan herêma Qibletê ya Şengalê.   Ji ber şer, hejarî, hişkesaliyê li gelek welatên Rojhilata Navîn koça ber bi welatên Rojava û bi taybet jî Ewropa ve dewam dike. Lê berovajiyê van hemû welatan êzidiyên beriya 10 salan ji ber fermana 3’yê Tebaxê, koçî Herêma Kurdistanê kiribûn, kom bi kom vedigerin ser cih û warên xwe.   Li gorî nûçeya Rojnewsê, kar û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê ya 10 salin li Şengalê dimeşîne, encam digire. Ji ber çêbûna derfetên kar, xizmetgûzarî û ewlekariyê, nebûna ewlekariyê li kampên dibin kontrola PDK’ê de qesta Şengalê dikin.   Îro 130 malbat ji Wargeha Êsya ya Dihokê vegeriyan Komelgeha Sîba Şêx Xidir, Sikêniyê, Girzerîkê. Ji vana 32 malbat vegeriyan Komelgeha Sîba Şêx Xidirê.   Li gorî agahiyên ku me ji Meclîsa Gel a Sîba Şêx Xidir girtiye, ji sala 2020’an ve zêdetirî hezar malbat vegeriyane Sîba Şêx Xidir.   Malbatên vedigerin Şengalê keyfxweşin, lê malbatan ji bo avakirina malên xwe banga alîkariyeke zêdetir dikin.