Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin 2024-08-27 11:22:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Konfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott diyar kir ku Abdullah Ocalan yekane nûnerê gelê kurd e û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 42 meh in agahî nayê wergirtin. Di asta navneteweyî de jî peyamên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dikin. Serokê Konfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott xwediyên xelata Nobelê silav kir ku li ber tecrîdkirina Abdullah Ocalan rabûn û xwest, tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe.   Arnott bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy ê ji Medya Haberê û got: “Ji bo misogeriya aştiyê, azadiya Abdullah Ocalan şert e.”   ‘BÊYÎ OCALAN GAV NIKARE WERE AVÊTIN’    Arnott di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev kesayet gelekî girîng in, navên ku cîhanê ew pejirandine rabûn ser piyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin û xwestin, meseleya rejîma Tirk bi hevdîtina bi PKK'ê re meseleya Kurd çareser bike. 69 xwediyên xelata Nobelê jî bi rengekî rasteqînî û mantiqî zanin ku rûniştina li dora maseya diyalogê ya PKK’ê û dewleta tirk bêyî Ocalan nabe. Haya xwe ji nasname û rola bêhempa ya Ocalan heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bêyî misogerkirina azadiya Ocalan gavek bi tenê jî nikare bê avêtin. Li dora maseyeke gengaz a diyalogê, Ocalan yekane nûnerê gelê kurd e. Ocalan yekane kesayet e ku pêvajoyeke gengaz a aştiyê dibîne û ji bo karibe li dora vê maseyê rûnê divê tavilê bê berdan."   ‘KESAYETÊ DIYARKER E’    Arnott bi bîr xist ku li tevahiya cîhanê têkildarî rewşa Ocalan êdî mirov xwedî agahî ne û ev tişt gotin: “Haya her kesî ji qîmet û girîngiya rêbertiya wî heye. Paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ji tevahiya înîsiyatîfên şoreşger û pêşverû re bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Li tevahiya cîhanê ji polîtîkayên demokratîk, şoreşger û radîkal re bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd Ocalan kesayetê diyarker e.”