Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane 2024-08-27 16:54:55 ENQERE - Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ê AKP’yî ji Emîne Şenyaşar re got: “Hemû Tirkiye bi doza we dizane.”    Çalakiya nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê di roja 6’emîn de berdewam kir.    ARINÇ: TIRKIYE HEMÛ BI DOZA WE HESIYAYE    Kêliya ku Emîne Şenyaşar çalakiya xwe didomand, Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ê AKP’yî ku wir de derbas bû hat cihê çalakiyê. Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: “Xwedê alîkarê we be. Ev mesele wê li Meclisê were çareserkirin neyê çareserkirin bi wê nizanim lê belê Tirkiye hemû bi doza we hesiyaye û dizane.”   Paşê Emîne Şenyaşar li vir rûnişt û ewlekarên Meclisê xwestin wê asteng bikin. Şenyaşar bertek nîşanî hewldana astengkirinê da û got: “Gelo Meclisa mezin ev e?”