ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-28 09:00:15   * Îdianameya der barê rojnameger Zeynep Kûray de ku bi îdiaya "porpagandaya rêxistinê" hat amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de parvekirinên Kûrayê û xebatên wê yên rojnamevaniyê wekî sûc hatine hesibandin.    * Siyasetmedarên ku ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Wanê bang kirin, gotin: "Ji bo em behsa aştiyê bikin, divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi awayekî fizîkî azad bibe."    * Koçerên ku ji ber zextên dewletê neçar man koçî Dîlokê bikin, ji bo çand û zimanê xwe têdikoşin.   * Li 31 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê mehek cezayê qedexekirina hevdîtinê hat birîn. Ji girtiyên ku der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin, yek jê Guler Bîlen e. Birayê wê Hamît Bîlen diyar kir ku xwişka wî 32 sal in girtiye û fikara wan ew e ku berdana wê bê taloqkirin.    * Rojnamegerên li Stenbolê destnîşan kirin ku Tirkiye ji bo sûcên şer ên dike dernekevin holê rojnamegeran qetil dike û anîn ziman ku divê di asta herî jor de bertek werin nîşandan.    * Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku sala nû ya perwerdehiya nû ji mufredatê heta perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji pergala veguhezbar heta xwarinê û heta budçeyên dibistanan bi gelek pirsgirêkan dest pê kir û da zanîn ku li bajêr pêdivî bi gelek dibistanan heye.    * Hewldana ji Roboskiyê re Edalet dê çalakiya xwe ya 152’yemîn, li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqerê li dar bixe. (13.30)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê dê bernameya xwe ya 1'ê Îlonê li avahiya partiya xwe deklare bike. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Silopiyayê daxuyanî bide. (11.00- 14.00)   * Emîne Şenyaşar dê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Meclisê bidomîne. (13.00-17.00)   * Sazî û partiyên siyasî yên li Îzmîrê, dê ji bo rojnamegerên jin ên li Silêmaniyê hatine qetilkirin, li pêşiya Nûnertiya DBP’a Egeyê daxuyanî bidin. (18.30)