Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e 2024-08-28 09:27:46 ADANA - Li 31 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê mehek cezayê qedexekirina hevdîtinê hat birîn. Ji girtiyên ku der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin, yek jê Guler Bîlen e. Birayê wê Hamît Bîlen diyar kir ku xwişka wî 32 sal in girtiye û fikara wan ew e ku berdana wê bê taloqkirin.    Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê, berdana girtiyan bi girtename û lêpirsînên kêfî tên taloqkirin. Der barê 31 girtiyan de bi hinceta di pîrozbahiya azadiya Kobanê de kilamên kurdî gotine, govend gerandine û dirûşme berz kirine, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêprisîn di 12'ê Tebaxê de bi dawî bû. Ji 31 girtiyan der barê 26 heban jê de mehek cezayê ragihandinê û li 5 heban jî mehek cezayê hevdîtinê hat birîn.    Girtiyên ku cezayê dîsîplînê li wan hatine birîn ev in: “Zuhal Surucu, Mahsume Şedal, Figen Şahin, Melek Atan, Lemiya Asu, Azime Işik, Esma Başkale, Hasret Suzgun Kolkiran, Kubra Filiz, Ebru Guden, Mehtap Kiyar, Guler Bilen, Aynur Epli, Hediye Ozturk, Aygul Kapçak, Bahar Alkan Yildiz, Rozerin Kalkan, Hayriye Yagbasan, Şukran Ozer, Seher Orçu, Fatma Reşat Sido, Medine Orhan, Nuran Durak, Esmer Ayas, Gulten Akgun, Sayme Bayar, Makbule Sünger, Dilan Karakoç, Sinem Çelebi, Ebru Yigit, Berna Çelik.”   Girtiyan îtiraz kir. Danişîna têkildarî îtirazê wê di 18'Ê Îlonê de li Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Karşiyakayê bê lidarxistin.    MALBATÊNW AN BI FIKAR IN   Ji van girtiyan Guler Bîlen 32 sal in girtiye. Bîlen, di sala 1992'yan de li Edeneyê di 17 saliya xwe de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê li Bîlenê birî. Malbata Bîlenê ku li benda berdana wê ye, ji ber lêprisîna dîsîplînê bi fikar e. Hamît Bîlen, birayê Guler Bîlenê, bertek nîşanî vêd a.    Bîlen destnîşan kir ku divê gel bi awayekî hevpar bertek nîşanî van bêhiqûqîtiyan bide û got: "Tecrîda li Îmraliyê didome. Li vir dixwazin bi awayekî giştî hêz gel bişîkînin. Heya niha tecrîd tim hat pêkanîn, lê bi ser neketin. Niha dibe ku berdana xwişka min 2 meh an jî 6 mehan bê taloqkirin. Li vir bar dikeve ser milê hemû kurda. Divê em bi giştî tev li vê têkoşînê bibin. Divê em tu carî pêkanînên wiha qebûl nekin."