Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin 2024-08-28 09:49:06 WAN - Siyasetmedarên ku ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Wanê bang kirin, gotin: "Ji bo em behsa aştiyê bikin, divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi awayekî fizîkî azad bibe."    Li Wanê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê bi pêşengiya partiyên siyasî û saziyan bi dirûşmeya "Li dijî şer û dagirkeriyê em aştî, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin" mîtîng bê lidarxistin. Tê payîn ku Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan beşdarî mîtînga 1’ê Îlonê ku wê roja Yekşemê li Parka Aştiyê ya Musa Anter bê lidarxistin bibe.   Siyasetmedarên DEM Partî û DBP'î banga tevlîbûnê kirin.   ‘ROJEVA SEREKE TECRÎD E'   Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ûgûr Bayrak diyar kir ku ew ji bo aştiyeke birûmet têdikoşin. Bayrak diyar kir ku ew ê di mîtîngê de tecrîdê bi dengekî bilind bînin ziman û got: “Berî her tiştî rojeva sereke ya vî welatî tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê heta ku tecrîd neyê rakirin û birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk neyne, ne mimkun e mirov behsa aştiyê bike."   Bayrak anî ziman ku bi pergala heyî aştî nayê avakirin û got: “Ji bo ku em behsa aştiyê bikin, beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fizîkî ji nû ve pêk bê. Li aliyekî gelê kurd ê birûmet û berxwedêr, li aliyê din jî pergala barbar a faşîst heye. Ji bo ku ev her du alî behsa aştiyê bikin, divê tecrîda li ser birêz Ocalan ku berdewam dike bi dawî bibe. Di mîtîngê de ku em ê di 1'ê Îlonê de li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter li dar bixin, em ê vê daxwaza xwe bi beşdariya bi hezaran kesî biqîrin."   BANGA JI BO TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurtê jî diyar kir ku bi salan e li hemberî gelê kurd polîtîkaya şer û înkarê tê meşandin û got ku divê pirsgirêk di nava şert û mercên aştiyane û demokratîk de bên çareserkirin. Kûrtê got ku divê her kes ji bo aştiyê têbikoşe.   'SEDEMA KRÎZÊ POLÎTÎKAYA ŞER E'   Kûrtê bal kişand ku aştî bi pergala heyî nayê avakirin û wiha dewam kir: “Sedema herî mezin xizanî, tundî, koçberî, kuştina jinan, krîza çandiniyê, cînayetên kar û betaliyê polîtîkayên şer e. Ji bo bidawîbûna van krîzan demildest divê dest ji polîtîkayên şer û vê ferastê bê berdan."    Kûrtê herî dawî bang li her kesî kir ku beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê bibin.