DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî! 2024-08-28 12:38:12   AMED - DEDAŞ’ê û leşkeran duh bi ser gundê Heciya Kurdan ve girtibûn û îro jî ceyrana gund hat birîn.    Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û gelek leşker bi wesayîtên zirxî duh bi ser gundê Heciya Kurdan ya bi ser navçeya Bismila Amedê ve girtibûn.    Tîmên DEDAŞ’ê xwestin saetên ceyranê yên di hundirê malan de dîrekan. Lê xelkê gund nerazîbûn nîşanî DEDAŞ’ê da. Leşkerek gefa ku wê gundiyan di tariyê de bihêlin xwaribû. Piştî vê gefê duh bi şev saet di 01.00’an de ceyrana gund hat birîn. Gund ji duh bi şev ve bêceyran hatiye hiştin. Xelkê gund nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê dide û welatiyên ku çandiniya wan heye gotin ku ku zeviyên wan îro bêav mane.    LI GUND WELATIYÊN NEXWEŞ HENE    Her wiha hat gotin ku welatiyên nexweş ên ku pêdiviya wan bi tûpê oksîjenê heye jî hene û bêceyraniyê bandor li ser wan kiriye. Welatiyên gund dan zanîn ku ew li DEDAŞ’ê geriyan e lê DEDAŞ’ê ji wan re gotiye, “Heta ku hûn destûrê nedin em saetan derxin ser dîrekan wê ceyrana we tune be.”    Şêniyên gund diyar kirin ku ew ê li dijî vê mexdûriyetê daxwazname bidin qeymeqamiyê.    Em têkildarî mijara navborî li DEDAŞ’ê geriyan lê da zanîn ku ew ê agahiyan nedin.