Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin 2024-08-28 16:34:17 AMED - Xebatên lêgerina Narîn Guranê ya di 21’ê tebaxê de li Amedê winda bûye didomin. Di roja 8’emîn de xelbatên lêgerînê li derdora Çemê Selmiyê didomin.  Narîn Guran a di 21’ê tebaxê saet 13.00’an de ji kursa Qur’anê ya li taxa Çûlî ya navçeya Rezana Amedê derketiye, winda bû. Ji Narîn Guran a 8 salî ev 8 roj in tu agahîn nayên girtin. Bi ser îxbara hatiye kirin, xebatên lêgerînê li derdora Çemê Selmiyê didomin. Tîmên Agirkujî  û tîma Lêgerîn û Rizgariya di Bin Axê de yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê; tîmên AFAD û cendirmeyan li çemê 2 kîlometreyan dûrî gund, xebatên lêgerînê dane destpêkirin.    Dayik Yuksel Guran a ji keçika xwe tu agahiyan nagire, ji ber rewşa xwe ya xerab bûye, di bin çavdêriya tîmên tenduristiyê de tê ragirtin. Li taxa Çûlî ya ku Guran tê de winda bûye, ketin û derketin ji hêla cendirmeyan ve tê qeydkirin.