Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn 2024-09-15 22:45:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Hendek a Sakaryayê di fabrîqeya meqarneyan de teqîn rû da û di teqînê de 30 kes birîndar bûn û kesek jî mir.   Li navçeya Hendekê ya bajarê Sakaryayê di fabrîqeya meqarneyan de ji ber sedemek hê nayê zanîn teqînek dijwar rû da. Piştî teqînê şewat derket. Tîmên agirkujiyê, AFAD'ê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku di teqînê de 30 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyên navçeyên derdorê. Hat ragihandin ku ji birîndaran yek jê zarokek 12 salî ye.   Li aliyê din hat zanîn ku tîmên agirkujiyê piştî xebata sarkirinê cenazeyek li cihê bûyerê dîtine û cenaze ji bo karûbarên teşhîsê rakirine morga nexweşxaneya dewletê ya Hendekê.