Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin 2024-09-16 07:34:07 MÊRDÎN - Rojnmevan Mûrat Verîm ê ku cezayê wî hatiye erêkirin, duh hat girtin û birin Girtîgeha Midyadê.  Rojnamevan Mûrat Verîm ê ku cezayê wî hatiye erêkirin û li Mêrdînê dijî hat girtin. Verim nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat girtin dikir û li Midûriyeta Çapemeniyê û Têkiliyên Gel a Şaredariya Kerborana Mêrdînê dixebetî. Verim di çileya 2023'yan bi hinceta nîşeyên nûçeyan û tev li daxuyaniyê bûye hatibû girtin. Verim di çarçoveya doza ji hêla Dadgeha Cezayê Girtîgehê ya Midyadê ve hatibû vekirin, 16 meh girtî mabû. Di 5'ê nîsana 2016'an de hatibû berdan.    Verîm bi boneya ku cezayê lê hatibû birîn hat erêkirin, duh hat girtin û ew şandin Girtîgeha Midyadê.