ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-16 09:00:31   * Etnomuzîkolog Serdar Canan ku li ser mijara “Selîqeyan” axivî, da zanîn ku selîqe terz ango meqamê gotina stranê ye û got: “Selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî deverê ye û selîqe di muzîka kurdî de bi rêkûpêkbûyîn e.”   * Abdulkadîr Kuday û Ergîn Aktaş ku her du jî girtiyên nexweş in û rewşa wan giran e û li Girtîgeha Metrîsê tên ragirtin diyar kirin ku tişta herî girîng ew e ku wan li ser pêya digire “Jiyanek hevrêtiyê ye.”   * Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê têkildarî salvegera Komkujiya Sabra Şatilla dê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê ji bo eşkerekirina encamnameya konferansa rêxistinkirinê ya partiya xwe li navenda partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) ZINDÎ   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê li ber Meclisê berdewam bike. (13.00-17.00)   * Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dê bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî meş û daxuyanî bên lidarxistin. (13.00-19.00)