Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome 2024-09-16 10:20:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrîna di bin rêveberiya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de 2 welatî hatin revandin, gelek darên behîvan hatin birîn û zeytûn hatin dizîn.  Li Efrîna di bin rêveberiya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de dizî, talana xwezayê û revandin didomin. Hat destnîşankirin ku hêzên paramîlîter, ji eşîra Imêratê welatiyekî 40 salî û Mihemed Reşîd Reşo ê 19 salî revandin.    Herwiha komên hêzên paramîlîter ji gundê KîmarAê gelek darên behîvan birîn, zeytûnên aîdî Şervan Misteva Bin Ednan dizîn.    Dîsa hêzên paramîlîter mala aîdê Fewazî Elî xesp kirin û bi hezar û 200 dolaran firotin kesekî din.