Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê 2024-09-16 17:00:08   STENBOL - Tora Piştevaniya bi Penaberan re ji bo Vezîr Mohammed Nourtani banga tevlibûna dozê kir. Tora Piştevaniyê ya bi Penaberan re ji bo penaberê efxan Vezîr Mohammed Nourtanî ê li Zonguldakê di kanekî bêyî rûxset de dixebitî û cenazeyê wî wek şewitandî hatiye dîtin, banga tevlibûna danişîna dozê hate kirin. Ji bo doza ku dê 18’ê îlonê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zonguldakê were lidarxistin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên Kooperatîfa Jiyanê ya li Gulanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Piştevaniya Enternesyonalîst, Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek parastvanên maf tev li daxuyaniyê bûn. Endamê Piştevaniya Enternasyonlîst Yildiz Onen di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dibe ku Vezîr Mohammed Nourtani wek zindî hatibe şewitandin û ji bo pêkanîna edaletê banga tevlibûna dozê kir.   REWŞA PENABERAN Metna daxuyaniyê bi ser navê Tora Piştevaniya bi Penaberan re Yagmûr Yûrtsever xwen. Yûrtsever anî ziman ku penaber dibin hedefe êrişên nijadperest û jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Penaberên di riyên mirinê de sax dimînin û tên li Tirkiyeyê wek karkerên bi erzanî dixebitin tên dîtin. Mînaka herî dawî Vezîr Mohammad Nourtanî ê di 9’ê mijdarê de di kana madenê ya bêyî rûxset de xebitiye, û ji ber aciz bûye ji hêla xwediyên kana madenê ve wek zindî hatiye şewitandin e.” Yûrtsever da zanîn ku ew ê şopdarê dozê bin.