ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-17 09:00:02   * Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa biryara “binpêkirina mafê hêviyê” ya DMME’yê der barê Abdullah Ocalan de dabû, piştî sê salan carek din dê îro bixe rojeva xwe.    * Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Agiriyê Aynûr Karatay diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li qadan bin û bang li her kesî kir ku dengê xwe derxînin.    * Parêzer Tahir Demîrcî çû serdana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday û diyar kir ku Kuday êdî cot dibîne û ketiye nav nivînan. Demîrcî, wiha got: “Hêj xebera nebaş nehatî divê gav bên avêtin.”    * Ercan Sevmez ê hevalê Nûnerê KNK'ê yê Hewlêrê Deniz Cevdet Bulbun ku di xebatên ziman, dîrok û yekitiya netewî ya kurdî de cih girt û li Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, anî ziman ku ew daw û doza mamosteyê Kurdistanê bidomînin.    * Di doza kuştina endamê AKP'ê Tahîr Guven de, bêyî ku kamera û qeydên HTS'ê bên lêkolînkirin û bermayiyên çekan bên danberhevkirin, cezayê muebbeda giran li Mîraç Dînç hat birîn.    * Di erdheja 6’ê Sibatê de bi hezaran welatî ji ber kêmasiya peywirdarên cemaweriyê, di bin xaniyên ku kontrola wan baş nehatine kirin de, jiyana xwe ji dest dan. Endamê Navenda ÇHD’ê Ergîn Sozen destnîşan kir ku dozên  peywirdarên cemaweriyê tên cudakirin, piştguhkirin û banga xwedîderketina dozan kir.    * Li Şirnex a ku di her 15 rojan carekê deşt û çiyayên wê bi hinceta “ewlehiyê” tên qedexekirin, cihekî ku nehatiye talankirin nemaye. Bi birîna daran, xebatên madenan û bendavan tê xwestin ku herêm bi temamî bêmirov were hiştin.    * Perwerdekara Ma Musicê Sarya Ertaş diyar kir ku qeydên serdema nû ya Ma Musicê dest pê kirine û ji bo çanda kurdî zindî bimîne xwest ku her kes serlêdanê bike.    * Li bajarê Wanê hêdî hêdî hewa germ xatirên xwe dixwaze û hewa sar dibe. Bi nêzîkbûna hewa sar re Sûka Sobevanan a li Wanê jî bi liv û tevger bû.    * Karkerên Fernasê ku li navçeya Soma ya Manîsayê ji kar hatin derxistin dê li ber Fernas Înşaatê çalakî li dar bixin. (10.00-13.00)   * Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Sêrtê bi beşdariya Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir dê 1'emîn kongreya xwe ya awarte li eywanek dawetê li dar bixe. (11.00)   * Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê geşedanên di rojevê de dê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30) ZINDÎ   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê daye destpêkirin dê berdewam bike. (13.00-17.00)