‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye 2024-09-17 09:01:03 STENBOL - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa biryara “binpêkirina mafê hêviyê” ya DMME’yê der barê Abdullah Ocalan de dabû, piştî sê salan carek din dê îro bixe rojeva xwe.  Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di navbera 17-19’ê îlonê de bicive. Yek ji rojevên komîteyê jî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya bi boneya cezayê muebeda giran têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de ye. Rêxistinên maf û hiqûqê cara ewil di 26’ê tîrmeha 2021’an de û cara duyemîn jî di 31’ê tîrmeha 2024’an de serî li komîteyê dabûn û jê xwestibûn ku biryara binpêkirinê bicih bînin. Komîteyê 3 sal piştre biryar da ku mijarê bigire rojeva xwe.    10 SAL IN TU GAV NEHATINE AVÊTIN    DMME’yê vê biryarê di sala 2014’an de dabû. Tevî ku 10 sal bi ser biryarê re derbas bûn jî Tirkiyeyê tu gavek neavêtiye. Komîteya Wezîran cara ewil di sala 2015’an girt rojeva xwe. Lê tevî vê yekê jî der barê biryara navborî de hê tu gavek nehatiye avêtin.    Rêxistinên maf û hiqûqê ku bi daxwaza ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê bi awayek “lezgîn” hilde rojeva xwe cara ewil di 26’ê Tîrmeha 2021’an de ji Komîteya Wezîran re ragihandibûn, li ser vê yekê komîteyê di dîroka 30’yê mijdarê û 2’yê kanûnê de mijara navborî girtibû rojeva xwe. Komîteyê biryar dabû ku Tirkiye heta îlona 2022’yan gav biavêje û dîrok dabû. Lê belê di vê pêvajoyê de jî tu pêşketin çênebû.    Tirkiyeyê di hemû rapor û daxuyaniyên ku ragihand komîteyê de li xwe mikûr hat ku Abdullah Ocalan û girtiyên din ji mafê hêviyê “muaf” tên girtin û binpêkirinên li Îmraliyê tune hesiband.    RÊXISTINÊN SIVÎL BANGA GUHERTINA MEVUATÊ KIRIN    Di encama serlêdana rêxistinên civakî yên sivîl de komîteyê biryar da ku biryara mafê hêviyê ya Ocalan carek din bigire rojeva xwe. Komîteyê daxuyand ku wê di civîna xwe ya 17-19’ê îlona 2024’an de biryara “Ocalan 2” ya DMME’yê hilde rojeva xwe. Li ser vê daxuyaniya komîteyê, rêxistinên maf û hiqûqê bang li komîteyê kirin ku di warê pêkanîna biryarê de di mevzuatê de guhertinên pêwîst bike.    Tê payîn ku îro endamên komîteyê bicivin. Yek ji mijarên rojeva komîteyê jî biryara “binpêkirinê” ya der barê Ocalan de ye.    Tê payîn ku komîte piştî civîna du rojan a biryara der barê Tirkiyeyê de eşkere bike.