Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome 2024-09-17 12:17:18   AMED - Li gundê Pêçarê yê Licê liv û tevgera leşkerî berdewam dike.    Li gundê Pêçarê yê ser bi navçeya Licê ya Amedê ve liv û tevgera leşkerî berdewam dike. Operasyona leşkerî li vê deverê du roj berê dest pê kiribû. Balafirên şer û helîkopter di çarçoveya operasyonê de qadên Lîsê, Çemê Serûmê, Ziktê û “Şehîd Remzî” bombebaran kirin. Hat ragihandin her çiqas hinek dorpêça leşkerî ji ser gund hatibe rakirin jî lê li deverê liv û tevgera leşkerî didome.    Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî operasyona navborî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê tê gotin ku di operasyonê de 2 edamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.