Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin 2024-09-17 12:49:14 AMED - Rojnamevan Medîne Mamedoglû ji ber parvekirinên xwe yên têkildarî şewata li navçeyên Şemrex û Xana Axpar derketibû îfade da.  Rojnameger Medîne Mamedoglu, bi hinceta çêkirina nûçeyên di dema şewatên li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrax a Mêrdînê ya di 20'ê hezîranê de û parvekirina nûçeyan a li ser medya dîjîtal gazî îfadeyê hat kirin.   Hate diyarkirin ku lêpirsîna bi hinceta parvekirinên Mamedoglû hatiye destpêkirin li ser îxbarê hatiye destpêkirin.    Mamedoglû ya ku li gel parêzerê xwe Resûl Temûr çû Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da, diyar kir ku parvekirinên ku kirine ne sûc in û di çarçoveya xebatên wê yên rojnamegeriyê de ne.