Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin 2024-09-18 09:51:47   STENBOL - Ji Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdag re Ayşe Yumlî diyar kir ku ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê dixebitin û wiha got: “Ev doz, doza hemû kesên têkoşîna azadiyê didin e. Em weke doza xwe dibînin.”    Di Doza Kobanê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de li gelek siyasetmedaran bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayên giran hatin dayin.   Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdag re ku ji hêla rêxistinên jinan ên Ewropayê ve hatiye avakirin, ji bo Yuksekdag û girtiyên din ji meha îlonê ve kampanyaya “Azadiyê” dan destpêkirin. Endama torê û Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê Ayşe Yumlî, têkildarî kampanyayê axivî.    ARMANCA KAMPANYAYÊ   Yumlî, da zanîn ku li gel jinên ji Tirkiye û Kurdistanê koçber bûn her wiha Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê, Platforma Dengê Girtiyan, Rêxistina Jinên Ciwan a Zorayê, rêxistinên jinan ên Almanya, Fransa, Swîsre, Şîlî, Arjantîn û gelek welatên din di torê de cih digirin. Yumlî, wiha domand: “Em dixwazin Yuksekdag û girtiyên jin bikin rojev, xwedî li girtiyên Doza Kobanê derkevin.  DMME’yê biryar daye ku Yuksekdag, Demîrtaş û girtiyên din bên berdan. Ji bo cîbicîkirina van biryaran, em dixwazin bi parlamenterên Ewropayê, rêxistinên jinan, siyasetmedar û kesên cuda re hevdîtinan bikin. Em dixwazin zextê li AKP-MHP’ê bikin ku girtiyan berdin.”    Bi domdarî Yumlî Doza Kobanê weke “Doza tolhildanê” nirxand û wiha pê de çû: “Em biryarên vê dozê qebûl nakin. Divê seknekî topyekûn li dijî êrişên ser gel û jinên kurd tên kirin bê nîşandan. Kampanya, di şexsê Fîgen Yuksekdagê de ji bo xwedîderketina li Doza Kobanê û piştevaniya bi têkoşîna azadiyê ya jinên kurd re ye.”    XEBATÊN DI ÇARÇOVEYA KAMPANYAYÊ DE HATINE MEŞANDIN    Yumlî, got ku li dijî çar parçeyên Kurdistanê êrişên giran tên kirin û ev tişt anî ziman: “Dixwazin bêhêvitiyê ava bikin. Ev kampanya dikare li dijî van êrişan jî were nirxandin. Em rêxistinên jinan hatin gel hev, me bi parêzerên Yuksekdag re hevdîtin kir. Randevûyên me bi parlamenterên Ewropayê re hene. Çendek roj berê em bi înîsiyatîfa piştevaniyê ya mafên girtiyan li Almanyayê diparêze re civiyan. Me broşur derxistin, bi naverokên parêzeran şandin re dosya amade kir. Di mîhrîcana Partiya Komunist a Fransayê de me ev vroşur belav kir. Esasê kampanyayê ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê ye lewma piranî li ser siyasetmedaran dimeşe. Em ê pêşangehên ku wêneyên Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê hene vekin.”    'EM WEKE DOZA XWE DIBÎNIN’   Yumlî, axaftina xwe wiha qedand: “Di serî de girtiyên jin ên Doza Kobanê, divê rêxistinên jinan xwedî li hemû girtiyan derkevin. Li holê sûcek tune ye. Tenê delîl û şahidên sexte hene. Doza tolhildanê ye. Ev doz, doza hemû kesên têkoşîna azadiyê dimeşînin e. Lewma divê her kes xwedî lê derkeve.”