Cezayê hefsê dan Farisogûllari 2024-09-18 12:15:24   AMED - Di danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogûllari de 5 meh cezayê hefsê hate dayin.    Derheqê Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogûllari de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê” û “tevlibûna çalakî û xwepêşandanên derqanûnî û tevî hişyariyê jî ji ber xwe ve belav nebû” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Farisogûllari tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Serdar Çelebî amade bû.    Dadgehê ji bo îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” biryara beraetê û ji bo îdiaya “tevlibûna çalakî û xwepêşandanên derqanûnî û tevî hişyariyê jî ji ber xwe ve belav nebû” 5 meh cezayê hefsê da.