Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê 2024-09-18 13:10:08   AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de çû serdana Baroya Amedê û got ku ji bo aliyê hiqûqî û siyasî derkeve holê dê têkoşîna xwe bidomînin.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re çûn serdana gora Narîn Guranê. Piştre jî ji bo têkildarî lêpirsînê agahiyan bigirin, çûn serdana Baroya Amedê. Hatîmogûllari û şandeya pê re ji hêla Serokê Baroyê Nahît Eren û endamên lijneya rêveberiyê ve hatin pêşwazîkirin.    Hatîmogûllari, li eywana civînan a Baroyê daxuyaniyeke kêm da û wiha got: “Di demên berê de jî zarokan heman aqûbet jiyan. Hêvîdarim Narîn bibe ya dawî. Feraseta mêrserdest a welêt, jin û zarokan ji tundiya mêr naparêze. Tiştên Narînê jiyayîn ji yên din cuda ye. Ew weke zarokek hate qetilkirin. 19 rojan agahî jê nehatin girtin, ji bo tunekirina delîlan, 19 roj berê di rûbarî de gorek hate çêkirin û ji bo tunekirina delîlan alîkariya krîmînal hate girtin. Vê jî di serê me de fikarên mezin çêkir. Ji ber ku em nizanin li wî gundî çi diqewime.”    ‘TÊKILIYÊN SIYASÎ ÇI NE?’   Hatîmogûllari, pirsên “Li Çuliyê çi heye? Kî, çima tên parastin?” kir û axaftina xwe wiha qedand: “Di demeke ku komkujiyên pir mezin di nava rojekê de tên eşkerekirin de çima bi ser vê meseleyê tê girtin? Ya ku li vir tê parastin ne têkiliyên malbatên yên teng, tiştên cuda ne. Gelo hêzên paramîlîter tên parastin? Gelo fîşekên derketin holê nîşaneya tiştekî din in? Têkiliya siyasetê ya bi vê re çi ye? Divê ev pirs tevek bên bersivandin. Ji bo aliyên hiqûqî û siyasî yên vê dozê derkevin holê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Piştî daxuyaniyê jî hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Hatîmogûllari têkildarî lêpirsînê hate agahdarkirin.