Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin 2024-09-18 13:58:50   ÎZMÎR - Derbarê 31 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê de lêpirsîna dîsiplînê hatibû destpêkirin. Biryara danişîna li ser îtîraza jinan hate lidarxistin dê di rojên pêş de bê aşkerekirin.    Derbarê 31 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakran a li navçeya Alîaga ya Îzmîrê tê ragirtin de bi hinceta di pîrozbahiya têkildarî azadiya Kobanê ya di 19’ê Tîrmehê de hatiye kirin de “stranên kurdî gotine, lîlandine û dirûşm berzkirine” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Jinan li dijî vê yekê îtîrazî dadgehê kir. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Înfazê ya li Edliyeya Karşiyaka ya Îzmîrê hate lidarxistin. Parêzerên girtiyan tev li danişînê bûn.    Parêzeran diyar kirin ku lêpirsîna derbarê muwekîlên wan de hatiye destpêkirin keyfî ye û anîn ziman ku ev rewş dê bandorê li berdana wan a nêzîk bûyî bike. Parêzerên ku daxwaza rakirina cezayên dîsiplînê kir, xwestin ku derbarê gardiyanên girtek girtine de lêpirsîn were destpêkirin.    Dadgerê dadgehê ji bo biryara xwe di rojên pêş de aşkere bike, danişîn bi dawî kir.