Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin 2024-09-18 14:16:18 ENQERE - Biryar hat dayîn ku “Tifaqa Ked û Azadiyê” ya ku DEM Partî jî di nav de cih digire, were berfirehkirin. Di vê çarçoveyê dê wê bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re hevdîtin bên kirin.  Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê di 26’ê hezîranê de li navenda giştî ya partiyê civîn li dar xist û gelek mijarên girîng nîqaş kirin. Yek ji mijarên girîng ên rojeva civînê jî “Tifaqa Demokrasiyê” bû.    Endamên MYK’ê di civînê de biryar dan ku ji bo tifaqê bi partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên cuda yên civakî re hevdîtinan bikin. Biryar hat dayîn ku hevdîtin bi şande ango komîsyona ku Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari di nav de cih bigirin, bên kirin.    BI EHP, TÎP, EMEP Û TOP’Ê RE CIVÎN HAT LIDARXISTIN   Piştî biryar hat dayîn, DEM Partiyê bi nûnerên pêkhateyên “Tifaqa Ked û Azadiyê”; Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) di demek nêzik de civîn li dar xist.    Li gorî agahiyên hatin bidestixstin; di civînê de li ser rewşa giştî ya Tifaqa Ked û Azadiyê hatiye sekinandin. Di civînê de nîqaş hatine kirin ku wê Tifaq di heyama nû de bi rolek çawa rabe. Pêkehate di civînê de li bersiva pirsên, “Divê çi were kirin, çawa bê kirin?” geriyan e.    BIRYARA BERFIREHKIRINA TIFAQÊ    Nûnerên pêkahteyên beşdarî civînê bûn e, bal kişandine ser lêkolînên qadê û nêrîna xwe ya berdewamkirin û berfirehkirina tefaqê bi hev re par ve kirine. Di civînê de hat lihevkirin ku tifaq wê di serî de ji bo berjewendiyên kurd û tirkan û hemû netew û baweriyan be. Hat destnîşankirin ku ev rewş berpirsiyarekî dîrokî dixwaze.    NAV Û AWA DIKARE BÊ GUHERTIN    Her wiha li ser guhertina nav, form, cewher û awayên tifaqê jî nîqaş hatine kirin. Nûnerên pêkhateyên tifaqê diyar kirin e ku di warê guhertina hem nav hem jî awayê tifaqê dikare bê kirin û ji bo guhertinan nîqaş kirin e.    JI BO TÊKOŞÎNEK HEVPAR BIHEVREBÛN    Pêkhateyan li ser “yekitî ango bihevrabûnek nû” nîqaş kirin e û herî zêde jî li ser mijara “pêdiviya têkoşîna hevpar” sekinîne. Di civînê de hatiye destnîşankirin ku pêwîstî bi yekitiyek berfireh heye û hatiye gotin ku wê piştgirî ji bo vê yekê bê kirin.    PLANSAZIYA XETA TÊKOŞÎNÊ      Di civînê de biryar hat dayîn ku her pêkhate mijarên ku nîqaş kirine bi partiya xwe ango rêxistina xwe re parve û nîqaş bikin. Hat diyarkirin ku piştî nîqaş û parvekirinên bên kirin; wê xetek nû ya çalakiyan û bernameyek bê amadekirin.    Biryarek din ku di civînê de hatiye dayîn ku DEM Partî di çarçoveya “Tifaqa Demokrasiyê” de bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re hin hevdîtinan pêk bîne. Li gorî agahiyên me bi dest xistin; DEM Partî di rojên pêşiya me de wê di vê çarçoveyê de hin hevdîtinan pêk bîne.    MA / Mehmet Aslan