Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû 2024-09-18 14:40:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Firas El Ebyad da zanîn ku hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dayin derket 12’an.    Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Firas El Ebyad da zanîn ku hejmara kesên di encama teqandina cîhazên bangkirinê yên endamên Hîzbûllahê de jiyana xwe ji dest dayin derket 12’an. El Ebyad, got ku ji miriyan 2 jê zarok in. Wezaretê da zanîn ku nêzî 2 hezar û 800 birîndar jî hene.