Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin 2024-09-19 16:56:56   MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Mêrsînê hevdîtinên xwe domand. Bakirhan, got ku tevahiya pirsgirêkan dê bi şandina îktîdarê çareser bibin.    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Mêrsînê çû serdana karkerên febrîqeya paketkirinê ya li navçeya Akdenîzê. Bakirhan,  ewil li gilî û gazincên karkeran guhdarî kir û diyar kir ku karker û kedkar her ku diçe xizantir dibin û sedema vê jî îktîdar e. Bakirhan, got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hewcehî bi têkoşînê heye û ev tişt anî ziman: “Çareseriya hemû pirsgirêkan, şandina îktîdarê ye.”    BALKIŞAND SER PIRSGIRÊKA KURD   Bakirhan, piştre jî derbasî Kompleksa Halê ya Tarsusê û li esnaf û karkeran guhdarî kir. Bakirhan, li vir jî anî ziman ku îktîdar gel xizantir dike û sermayedar jî roj bi roj dewlemendtir dibin. Bakirhan, got ku di bingeha hemû pirsgirêkan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û diyar kir ku çareserî bi diyalog û aştiyê pêkan e.    KEDKAR NIKARIN DEBARA XWE BIKIN   Bakirhan û şandeya pê re ji ewil çûn serdana Şaredariya Akdenîzê û piştre jî bi kedkarên kafeyê re civiyan. Bakirhan, di serdanê de ev tişt anî ziman: “Teqawidan, di hilbijartinê de dersekî baş da îktîdar û muxalefetê. Em dixwazin teqawid hêza xwe bi kar bînin û bingeheke xurt a têkoşînê ava bikn. Em bi îktîdareke li gel şer û sermayedaran cih digire re rû bi rû ne. Lê divê mirov hêza 16 milyon teqawidan bi kar bîne.”    Bakirhan danê êvarî jî, li Kompleksa Halê ya Tarsusê bi esnaf û karkeran re li Şaredariya Akdenîzê bi malnişînan re li hev civiya. Herî dawî li Parka Bariş a Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê bi karkerên bêtemînat têne şixulandin re hevdîtin kir.  Tevî karkerên bêtemînat têne şixulandin, ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes beşdar bûn.   Karkeran anîn ziman ku bi awayekî bêtemînat zêdetîrî 12 saetan ji bo 600 TL dixebitin û gotin ku heqdestê xwe nagirin û di bin krîza aborî û xizaniyê de mane. Karkereke jin bilêv kir ku keda wan tê desteserkirin û ne karker qasid û çawiş qezenç dikin. Karkerekî mêr jî diyar kir ku zêdetirî 12 saetan ji bo 600 TL dişixule, lê pereyê ku tê dayîn têr nake û pirsa; “Gelo em dabara xwe çawa bi vê mûçeyê bikin?” kir.   ‘DESTHILATDARÎ DIJMINÊ KURD, ELEWÎ Û KARKERAN E’   Piştî karkeran, Bakirhan mafê axaftinê girt. Bakirhan bal kişand ser rewşa karkeran û krîza aborî ya ku roj bi roj kûrtir dibe û destnîşan kir ku ew daxwaza nan û edaletê ji desthilatdariyê dikin. Bakirhan got, “Em wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Em ji desthilatdariya qesrê ku ji me re kar nabîne û neçarî xebitandina bêsîgorte dike dipirsin, çi karê te li Sûriyeyê heye! Li Iraqê çi karêî we heye. Hûn çi ji Rojava dixwazin… Em ji we dipirsin, eger hûn nikarin bikin bicehimin herin. Em pir xirap tên rêvebirin. Ew dixwazin civakê birizînin. Em hewl didin civakeke exlaqî û polîtîk biafirînin. Ew şaredariyan di bin deynan de hiştin. Em her qirûşê şaredariyê weke rûmeta xwe diparêzin, ji bo park, rê û baxçeyan xerc dikin.”   Bakirhan bi berdewamî got: “Edalet, nan û zad bidin me. Hûn ji bo pêşeroja xwe dixebitin, pêşeroja 85 milyon kesan ne di xema we de ye. Şandina vê desthilatdariyê deynê stûyê me ye. Piştrast bibin ku hêviyên me mezin in, em 40 sal in têdikoşin. Me gav paşde neavêt, ji niha şûnde jî bi vî rengî bidomînin. Em ê vê desthilatdariyê ku dijminê Kurd, Elewî, kedkar, ciwan û kesên hildiberîne ye bişînin.