32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê 2024-09-20 09:37:40 AMED - Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ku ji bo Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku wê îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” bang kir, got: “Em ê bi hev re bersiva pêvajoya heyî û cîhanê bidin."  32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku her sal ji aliyê kurdistaniyên li Ewropayê ve tê lidarxistin, wê sibe bi dirûşmeya "Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin" bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de ku wê li Frankfurtê Rebstockpark bê lidarxistin, îsal li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên li ser gelê kurd peyamên berxwedan û hevgirtinê bên dayîn.   Yekemîn mîhrîcana kevneşopî di sala 1992'yan de li Stadyuma Bochum Ruhr a Almanyayê pêk hat. Ji wê gavê heya niha mîhrîcan tenê di sala 2020'î de ji ber Covîd-19'ê pêk nehat. Wekî par îsal jî wê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Kurdistanê (FCDK-KAWA) malovaniya mîhrîcanê bike. Tê payin ku ji her deverên Ewropayê gelek kes beşdarî mîhrîcanê bibe.    Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever li ser girîngî û armanca mîhrîcanê axivî.   ‘PEYAMÊN ME YÊN XURT HENE'   Sever diyar kir ku mîhrîcan wê îsal bibe qada ku li dijî tecrîd û dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin û got: "Em nêzî salvegera pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk' ku me daye destpêkirin, dibin. Mîhrîcan hem dê bibe fînala vê pêngavê û hem jî dê bibe qada ku pêngaveke nû bê destpêkirin. Di heman demê de em ê êrişên li Herêka Kurdistana Federe jî teşhîr bikin. Dê ji bo vê peyamên me yên xurt jî hebin."   BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ   Sever diyar kir ku hunermendên girîng ên ku nûnertiya çand û kesayetên siyasî yên kurd dikin wê beşdarî mîhrîcanê bibin û got: “Hunermendên me yên gelê kurd ên wekî Koma Rastak, Hozan Canê, Hozan Gulistan wê derkevin ser dikê. Nûnerên YNK'ê dê beşdarî mîhrîcanê bibin û peyamên yekîtiya neteweyî bidin, parêzerên birêz Abdullah Ocalan û Hatîp Dîcle jî dê li ser tecrîdê peyaman bidin. Em ê ji bo zarokan konê şano û dengbêjiyê jî vekin. Wê li ser platforma me cil û bergên gelêrî yên kurdî bên pêşandan."   TÊKOŞÎNEKE DI BIN TECRÎDÊ DE   Sever anî ziman ku Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di bin tecrîdê de têdikoşe û got ku hemû cîhan bi bêhiqûqiya li Îmraliyê dizane. Sever got: “Konseya Ewropa û rêxistinên mafên mirovan li hemberî vê rewşê bêdeng in. Lê belê berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li her qadê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan têbikoşin. 68 xelatgirên Nobelê jî li dijî tecrîdê daxuyanî dan. Ji xeynî vê gelê kurd û dostên wan ên li çar aliyê cîhanê li dijî tecrîdê bi çalakiyan bertekên xwe tînin zimên.”   BANGAWAZÎ   Sever da zanîn ku ew li bendê ne ku ji çar aliyê Ewropayê gelek kes beşdarî mîhrîcanê bibin û got ku bi sedan otobus dê gel veguhêzîne qada mîhrîcanê û xebatên wan ên di vê çarçoveyê de dewam dikin. Sever bi bîr xist ku dirûşmeya wan a îsal “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” e û wiha got: “Gelê kurd her tim li dora birêz Abdullah Ocalan bûye yek. Di vê pêvajoya dîrokî de em li dijî tecrîdê bi fedakariyeke mezin têdikoşin. Bi beşdarbûneke xurt a mîhrîcanê re, em ê bi hev re bersiva vê pêvajoyê bidin hemû cîhanê. Ez bang li gelê kurd û dostên wan dikim ku beşdarî vê mîhrîcanê bibin.”   MA / Delal Akyuz