DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man 2024-09-20 10:29:47 WAN - Li Wanê piştî barîna barana zêde li newala di bin berpirsyartiya DSÎ’yê de av rabû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan banga “berpirsyartiyê” li DSÎ’yê kir.  Duh bi şev li tevahiya Wanê ji ber barîna barana zêde lehî rabû. Ji ber rabûna avê gelek mal di bin avê de man. Ji ber lehiyê Newala Kûrûbaş a di berpirsyartiya DSÎ’yê de ziyana madî çêbû.    Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê mudaxileyî lehiyê kirin û bûn asteng ku zêdetir zirar negihîje xelkê derdorê. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan bang li DSÎ’yê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.    ‘LI GORÎ PÎVANA SERERASTKIRINÊ NEHATIYE ÇÊKIRIN’    Zeydan serdana welatiyên li Taxa Bûzhaneyê ku malên wan li kêleka Çemê Kûrûbaş ê di bin berpirsyartiya DSÎ’yê de ne kir. Zeydan ê rabûna lehiyê di cih de lêkolîn kir wiha got: “Robarê Kûrûbaşê di berpirsyartiya DSÎ’yê de ye. Li gorî pîvana sererastkirinê ango pakkirinê nehatiye çêkirin, ji ber vê yekê di 6 mehên dawî de cara duyemîne av radibe. Hemwelatiyên gelek mexdûr bûne. Li gorî agahiyên ku me ji welatiyan wergirt beriya 5-6 salan zarokekî biçûk ketiye robarî û cenazeyê wî 2-3 kîlometreyan wêdetir hatiye dîtin. Piştî bûyerê tu xebatên îslehê nehatine kirin. Em ji vir bang li DSÎ’yê dikin. Ji kerema xwe Robara Kûrûbaşê li gorî standartan çêbikin. Em qebûl nakin ku hemwelatiyên me bi vî awayî mexdûr bibin. Heke hûn nikarin çêbikin berpirsyartiyê bidin Şaredariya Bajarê Mezin, em hemwelatiyên xwe ji vê rewşa ketine xelas bikin û karûbarên pêwîst pêk bînin.”   ŞAREDARIYA RÊYA ARMÛŞÊ DSÎ HIŞYAR KIRIYE   Her wiha li aliyê din jî Şaredariya Rêya Armûşê ji bo pêşî li lehiya Newala Kûrûbaşi bê girtin çend meh berê nivîs ji DSÎ'yê re nivîsandibû û xwestibû ku xebat bên destpêkirin. Şaredariyê hişyarî li DSÎ'yê kiribû.