Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin 2024-09-20 11:10:17   RIHA - Şaredariya Pirsûsê xwest navê “Mem û Zînê” li parqeke navçeyê bike. Qeymeqamê Pirsûsê got ev nav “guncav” nîne û biryara şaredariyê red kir.    Meclisa Şaredariya Pirsûs a Rihayê ku di destê DEM Partiyê de ye, di 6’ê tebaxa 2024’an de civiya û biryara da ku navî li 2 parkan bike. Di civînê de biryar hate dayin ku li parqekê navê “Mem û Zînê” û li ya din jî helbestvan Saît Kendîrcî were kirin.    Biryar bi piraniya dengan hate dayin û ji bo erêkirinê ji Qeymeqamê Pirsûsê Adem Balkanlioglû re hate şandin. Qeymeqam Balkanlioglû di nivîsa “Guncav nehate dîtin” de biryara lêkirina navên “Mem û Zînê” û “Saît Kendîrcî” ya li parqan red kir. Di biryarê de sedema redkirinê nehat vegotin.    'ÎRADEYA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN’   Şaredariya Pirsûsê biryar da ku biryara redkirinê bibe Dadgeha Îdareyê. Hevşaredar Muslum Baran got ku biryar bi piraniya dengên endamên meclisê hatiye dayin û ev tişt anî ziman: “Yek ji navên me daye parqê ‘Mem û Zîn’ e ku lehengên efsaneyeke kurdan e û yê din jî helbestvan ‘Saît Kendîrcî’ ye ku demek berê wefat kir û li Pirsûsê dihat naskirin û jê dihat hezkirin. Ji bo ev biryar teqez bibe li gorî qanûnê divê me ji qeymeqamtiyê re bişanda û bihata erêkirin. Lê qeymeqamtiyê bêyî sedemekê nîşan bide red kir. Em vê biryarê qebûl nakin û dê li dijî wê serî li Dadgeha Îdareyê bidin. Qeymeqamtiyê îradeya gel tune hesibandiye. Ma em ê ji qeymeqam bipirsin bê ka dê çi navî li parqan bikin? Wê demê çi wateya meclisê dimîne? Em wisa bawer dikin ku dê Dadgeha Îdareyê vê biryara keyfî betal bike.”