Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin 2024-09-20 12:43:30   ENQERE - DEM Partiyê encamnameya sempozyûma “Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" eşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin ku pêwîste li dijî feraseta ku cotkaran ji cotkarî û hilberînê diqetîne rêxistinkirina kooperatîfiyê bê kirin.    DEM Partiyê di 7-8’ê îlonê de li Wanê sempozyûma “Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" li dar xistibû. Hevberdevkên Komîsyona Çandiniyê yên DEM Partiyê Melîst Tantan û Îbrahîm Akin danezana encamnameya sempozyûmê li navenda giştî ya partiyê bi civînek çapemeniyê eşkere kirin.    Melîs Tantan ewilî di civînê de axivî û destnîşan kir ku di sempozyûmê de wan li ser polîtîkayên çandiniyê û pirsgirêkên cotkaran gelek nîqaşan kiriye.    Tantan bal kişand ser rola AKP’ê ya 20 salên dawî li ser çandiniyê û got: “Di warê erdnîgariya Kurdistanê de rewş hîn xerabtir e. Ji ber ku ji salên 1980’an û vir ve li erdnîgariya kurdan polîtîkaya kêmkirina gel û qedexekirina deşt û mêrgan tê meşandin.  Ev berdewamiya polîtîkayên bi armanca bikaranîna kurdan weke karkerên çandiniyê yên demsalî yên li erdnîgariya Tirkiyeyê û weke keda erzan a di sektorên avahîsaziyê û xizmetguzariyê de, hilweşandina qadên jiyanê bi erdên mayinkirî, şewitandina gundan, birrîna daristanan û bendavên ewlekariyê, zêdekirina projeyên madenê û dûrxistina kurdan a ji aboriya çandiniyê ye.”    Paşê parlamenter Îbrahîm Akin axivî û destnîşan kir ku wan di sempozyûmê de formûla rêxistinkirina kooperatîfiyê ya li dijî feraseta ku cotkar û hilberîneran ji cotkariyê diqetîne pêşniyar kirine û ew ê li dijî kedxwariya cotkaran û qedandina çandiniyê rêxistinkirina xwe bikin.