Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin 2024-09-21 11:55:09 MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê wesayîtek ket qenala avê ya GAP’ê û 3 kesa jiyana xwe ji dest dan.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê wesayîtek qelibî qenala avê ya GAP’ê. Di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dast dan.    Bûyer li taxa Qizil a ser bi Dêrikê ve pêk hat. Wesayîta ku plakaya wê 47 ASS 210 bû, qelibî qenalê. Li ser agahdarkirinê têimên tenduristiyê, agirkujiyê û cendirme sewqî cihê bûeyrê hatin kirin.    Cenazeyê 3 kesan ji  qenalê hat derxistin û rakirin morga nexweşxaneyê. Navê welatiyên mirine nehat zanîn.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.