MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e 2024-09-21 16:50:03 NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê bi wesîleya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriya Tirkiyeyê pêkan e.   Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   MSD’ê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên dîtina çareseriyeke aştiyane û adilane ji aloziyên li Sûriye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ragihand.    Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aştiya rasteqîn û daîm tenê bi rêya çareseriya siyasî ya bi beşdariya tevahî sûriyeyiyan, rêzgirtinê ji mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, sepandina demokrasiyê, pirrengiyê û edaleta civakî pêkan e.   Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêkanîna aştiyê bi dawîkirina şer tenê çênabe û da zanîn ku lê di heman demê de bi xebateke erênî pêkan e ku divê bawerî û hevdufêmkirin bingeha wê bin.   Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, li gel şert û mercên li cîhanê û herêmê divê di têkiliyên navneteweyî de rêgezeke nû were meşandin ku hevkarî û piştgirî bingeha wê ye.   Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku piştigriyê bide hewldanên dîtina çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê û mekanîzmeyên diyalogê û navbeynkariyê yên ji bo çareserkirina aloziyan bi rêbazên aştiyane, xurttir bike.   Di dewama daxuyaniyê de hate gotin aştiyeke rasteqîn bi rêya bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyeyê û rawestandina destwerdanên herêmî pêkan e. Di daxuyaniyê de ev bang  li hêzên herêmî hat kirin: "Siyasetên xwe di ber çavan re bigirin. Dev ji bikaranîna hêzê wek amûrekê ji bo berjewendiyên xwe bi destbixin berdin û li şûna wê ji bo diyalogekeke avaker ku rêzê ji dewletan û mafên gelên wê re digire ku çarenûsa xwe diyar bikin, bixebitin.”   Di daxuyaniyê de banga belavkirina çanda aştiyê û bêhnfirehiyê (tolerans) di nava ciwanan de bi rêya bernameyên perwerdeyê hat kirin. Bang li aliyên Sûriyeyê û herêmê jî hat kirin ku xwedî berpirsyariya dîrokî bin, ji bo bidawîkirina tundiyê û dîtina çareseriyeke siyasî ya giştî û adil, bixebitin.