Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin 2024-09-21 17:34:55   ŞIRNEX- Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya  “Li Dijî Şerê Taybet Tekoşînek Bi Heybet” li Cizîrê kolan paqij kirin.   Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanyaya  “Li Dijî Şerê Taybet Tekoşînek Bi Heybet”  li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kolan paqij kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredarên Cizîrê jî tevlî bernameyê bûn. Ciwanan êlekên ku “Ez Cizîrê hez dikim û qirêj nakim” ser nivîsî li xwe kirin û dest bi paqijiyê kirin. Paqijiya ku ji şaredariyê destpêkirî heta parqa Birca Belek berdewam kir. Ciwanan di paqijiyê de dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”,”Colemêrg ya me ye”  birêzkirin. Her wiha di paqijiyê de ciwanan klam jî gotin. Çalakiya ciwanan a paqijiyê bi govend û klaman bi dawî bû.    Ciwanên ku paşê çûn serdana Abdûlazîz Kolançê piştî 31 salan ji girtîgehê derket, piştî serdanê derbasî şaredariya Cizîrê bûn. Li eywana konfaransê ya şaredariyê ciwanan fîlmê “Er Rayn’ı kurtarmak” temaşe kirin.