Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye 2024-09-22 09:04:33 STENBOL - Endamê NÇM'ê Engîn Cengîz diyar kir ku Abdullah Ocalan hêviya gelan e û ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê wiha bang kir: "Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî mafdar û rewa ye." Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ye, 42 mehin tu agahî nayê girtin. Li gel vê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dest pê kir, ber bi qonxeke nû ve çû. Di vê çarçoveyê de Platforma Saziyên Demokratîk ku di 12’ê Îlonê de li Stenbol û Amedê daxuyaniyek da, diyar kir ku ew ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin" mîtîngeke mezin li dar bixe.   Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê amadekariyên mîtîngê tên kirin. Ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku di Platforma Saziyên Demokratîk de cih digire Engîn Cengîz banga tevlîbûna mîtîngê kir.   Cengîz diyar kir ku bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser civakê tê zanîn û got ku pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-15'an de bi Ocalan re pêş ket, li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo gelan qada azadiyê vekiriye. Cengîz, da zanîn ku ew bi girîngiya mîtîngê dizanin û dê xebatên xwe yên di vî warî de bimeşînin û got: “Axir em saziyeke çanda kurdî ne. Ev hem ji bo gelê me hem jî ji bo karê me girîng e. Em ê bi her awayî piştgiriyê bidin da ku tevlibûna li vê mîtîngê zêde bibe."    JIYANA HEVPAR   Cengîz da xuyakirin ku şerê ku ji Rojhilata Navîn belav bûye roj bi roj zextên li ser gelan zêde dike û got ku li cihê ku qetlîamên jinan, zextên li ser zarokan tên kirin û rûxandina ekolojîk zêde dibe parastina azadiya kesekî wekî Ocalan daxwaza herî mafdar û rewa ye. Cengîz diyar kir ku Ocalan bi fikrên xwe jıyana hevpar a gelan dide der û ji ber vê bal kişand ser li her qadê parastina vê fikrê.    ‘EM DIXWAZIN DI NAVA ME DE BE'   Cengîz bilêv kir ku li Tirkiyeyê dema mijar dibe mîtîng tişta ku ewil tê hişê mirov hilbijartin e û got ku feraseta demokratîkbûyîn tenê bi sindoqan pêkan e feraseteke xapîner e. Cengîz anî ziman ku civak organîzmayeke zindî ye û hevdîtinên ji hilbijartinê heta hilbijartinê 5 salan carekê tên kirin têr nakin û got: “Axirê civak mîna darekê ye, mîna xwezayê ye. Niha, wekî nimûne, nifşeke bi rastî difikire ku jiyan wisa ye û dê her tim wiha be. Li hemberî vê yekê divê em wekî hemû civak diyar bikin ku ev ne wisa ye û ji şert û mercên aborî heta civakî, çandî û sosyopolîtîk em di bin zext û zordariyeke mezin de ne. Û me ev yek pir zelal dît û em dizanin. Birêz Ocalan bi fikir û nêzîkatiyên xwe hem ji bo gelên li Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên li Rojhilata Navînê bûye hêviyeke mezin û ronahî. Em ê bi awayekî herî xurt diyar bikin ku em dixwazin di mîtîngê de wî di nava xwe de bibînin."   BANGA JI BO MÎTÎNGÊ   Cengîz destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke dîrokî ya bi sedsalan e û bang li hemû pêkhateyên bindest kir ku beşdarî mîtîngê bibin. Cengîz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di navbera gelê kurd û dewletê de, di navbera civaka elewî û dewletê de, di navbera demokrat, sosyalîstan û her kesên xwe wekî parçeyeke xwezayê dibînin û hîs dikin ku tên eciqandin û rastî talan û qirkirinê tên de pirsgirêk heye. Li gorî min divê her mirovekî xwedî wijdan, olî, exlaqî û xwedî hişmendiya civakî piştgiriyê bide vê mîtîngê. Têkiliya birêz Ocalan a bi civakê re û azadiya ku ji tevahiya civakê re anî, me hemûyan dît. Tiştên ku em behsa wan dikin û yên ku em dibêjin, ne tiştên nisbî ne. Ji bo jiyaneke adil û wekhev ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin."