Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê 2024-09-22 09:57:48 ENQERE - Siyasetmedarê girtî Gunay Kubîlay di dema sewqkirina nexweşxaneyê de kelemçe red kir û neçû nexweşxaneyê. Kubîlay, giliyê leşkeran kir.  Yek ji girtiyên Doza Kobanê siyasetmedar Gunay Kubîlay ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê tê ragirtin, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de li dijî kelemçeya destê wî dişidand derket û neçû nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan, Kubîlay di 18’ê îlonê de ji ber êşa diranên xwe xwest biçe Beşa Cerrahiya Erzînkê ya Fakûlteya Hekîmtiya Diranan a Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê û destên wî hatin kelemçekirin. Kubîlay jî li dijî şidandina kelemçeyê derket.    Kubîlay, got ku kelemçe zêde hatine şidandin, bi vî awayî mayina di rîngê de îşkence ye, nikare xwarinê bixwe û xwest bê sistkirin. Lê belê leşkeran jê re got; ‘Em sist nakin, heke dê werî were” û daxwaza wî red kirin. Kubîlay jî bertek nîşan da û neçû nexweşxaneyê.    DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ    Kubîlay, piştre jî bi daxwaznameyan serî li Wezareta Dadê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK), Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Fermandariya Lîwayê ya Cendirmeyan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê da. Kubîlay, xwest ku qadeke girtî bikarin li nexweşxaneyê lê bimînin were avakirin. Kubîlay, wesayîta rîngê weke “qefes” pênase kir û got: “Em di vê qefesê de tên û diçin. Bi saetan li vir tên ragirtin. Em neçar tên hiştin ku di vê wesayîtê de xwarinê bixwin. Mirov nikare tê de bilive jî. Pacên wê yên pir biçûk hene. Ev sepan, sepaneke dermirovî ye.”    Di heman demê de Kubîlay xwest ku derheqê leşkerên kelemçe li destên wî şidandin de karûbarên qanûnî bên destpêkirin.