Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin 2024-09-22 09:55:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde kir.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 22’yê îlonê eşkere kir. Di raporê de ji bo 6 bajaran bi koda zer hişyariya barana zêde hate kirin. Her wiha tê payin ku li bajarên Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Dîlok Sêrt, Riha, Mûş, Mereş, Stenbol, Kocaelî, Afyon, Manîsa, Edene, Hatay, Isparta, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Yozgat, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak, Amasya, Artvîn, Samsun û Trabzonê jî hişyariya barîna zêde û brûskan hate kirin. Her wiha hate gotin ku dê germahiya hewayî li herêmên navîn û bajarên Kurdistanê di navbera 3-5 pileyan de kêm bibin.    JI BO 6 BAJARAN HIŞYARIYA KODA ZER    Ji bo bajarên Dîlok, Osmaniye, Mereş, Edene, Hatay û Trabzonê bi koda zer hişyarî hate kirin.