Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî 2024-09-22 12:47:53   AMED - Nivîsên bi kurdî yên hişyariyê yên li navçeya Depê ji hêla kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hatin jêbirin.    Şaredariya Navçeya Depê ya Xarpêtê ku di destê DEM Partiyê de ye, li ser rêyên payeyan bi kurdî “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsand. Nivîsên bi kurdî ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hatin jêbirin. Hat zanîn ku nivîsên hişyariyê bişev hatine jêbirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî li ser fermana Wezareta Karên Hundir li bajarên Wan, Amed, Mêrdîn û Êlihê nivîsên bi kurdî hatibûn jêbirin.