Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin 2024-09-22 14:34:14   AMED - Li navçeya Sûrê di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan berê çekan dan welatiyan û li hewayî gule reşandin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê di dema kontrolkirina nasnameyan de polîsekî berê çekan da welatiyan û piştre gule li hewayî reşand. Hinek esnafan bertek nîşanî polîsan dan.   Polîsan, ciwanê bi navê Medenî Aytulîn binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.