Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin 2024-09-22 15:37:15   AYDIN - Li Aydinê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” bi ser gelek malan de hate girtin û 7 kes hatin binçavkirin.    Fermandariya Cendirmeyan a Aydinê îro di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Aydinê de li navçeyên Efeler, Dîdîm, Germencîk, Kuşadasi û Sokeyê bi ser malan de girt. Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar tên ragirtin.