Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da 2024-09-22 23:49:45   AMED - Alî Ekber Orûç ê di sala 2014’an de wek nexweş ji girtîgehê derketiye, li Amedê di nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.   Alî Ekber Orûç (55) ê di sala 1993’yan de li navçeya Hezexa Şirnexê hatiye girtin û ji ber nexweşiyên xwe yên giran di sala 2014’an hatiye berdan, jiyana xwe ji dest da. Orûç ê 21 salan di girtîgehê de hatiye ragirtin, di dema nav cihan de bû hate berdan. Orûç ev 10 sal bû nexweş bû.    Orûç ev demekî dirêj bû ku li nexweşxaneyekî taybet dihat dermankirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Vecîbeyên olî yên Orûç li Goristana Yenîkoy a Amedê hatin kirin û ji bo were veşartin ber bi taxa Mezrik a Xana Axpar ve hate şandin.