ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN 2024-09-23 09:00:24   * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû destnîşan kir ku wan di konferansa li Enqereyê li dar xistine de ji bo 12 herêman biryara rêxistinbûnê dane û wiha got: “Em rêxistinbûnê weke xweparastinê dibînin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev bingehîn rêxistinbûn e.”    * Li MED-DER’ê serlêdanên kursên kurdî dê heya 25’ê îlonê bidomin.    * Di îdianameya derbarê rêveberê rêxistina sûc Bariş Boyûn û 305 kesên din hatiye amadekirin de hat gotin ku polîs bi hinek endamên rêxistina sûc re xebitîne û ji wan re kuryetî kirine.    * Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn dê li Konaxa Îskenderpaşa ya li navçeya Sûrê dê bi rojnamevanan re bicivin. (09.00)   * Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê dê li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî “Mafê Hêviyê” civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Pêkhateyên Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê dê li dijî hemû sûcên nefretê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)    * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê li Parka Beşyolê Loqenteya Gel veke. (12.00)    * Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Eywana Konferansa KESK’ê ya Wanê roja îmzeyê ya pirtûka “Komxebata di girtîgehê de jin bûyîn” û gotûbêj pêk were. (13.00)    * Di pêşengtiya malbatên girtiyan dê li Amedê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Koşûyolûyê, li Êlihê jî li ber Girtîgeha Qûbînê çalakiya “Deng bide azadiyê” bê lidarxistin. (16.00-17.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Meclisê dê di roja 33’yemîn de berdewam bike. (13.00-17.00)   * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê dê fînala tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê li navçeya Cizîr a Şirnexê bê lidarxistin. (19.00-22.00)