‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’ 2024-09-23 12:40:34   AMED - Pêkhateyên Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê bertek nîşanî kuştina jina trans a bi navê Sûdenazê da û diyar kir ku dê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin.      Pêkhateyên Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê, têkildarî kuştina Sûdenaz Û. ya di 14’ê îlonê de hate qetilkirin li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Endamê Komeleya Lêkolînên Çandinî ya ji bo Aştiyê Atalay Goçer bi bîr xist ku di şeva 14’ê îlonê de li navçeya Peyas a Amedê bi kêrê êrişî Sûdenaz Û’yê hate kirin û G. jî ji lingê xwe birîndar bû. Goçer, anî ziman ku Sûdenaz Û. di sibeya 15’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ev bûyer cînayeteke nefretê ye, nîşandana pêla tundiyê ya li dijî LGBTÎ+’yan bilind dibe ye.”   ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ’    Goçer, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj Sûdenaz nû miribû, hevaleke me ya din a trans G.E. hate xespkirin û îşkencekirin. Ev her du bûyerên di nava hefteyekê de qewimîn nîşan dide ku tundiya li dijî LGBTÎ+’yan zêde bûye, wijdana civakê riziya ye. Em weke LGBTÎ+’yan û parazvanên mafên mirovan vê pergala ku nefret û tundiyê normal dike qebûl nakin. Em ê parastina mafên Sûdenaz, G., G.E.’yê û hemû jinên trans berdewam bikin û têkoşîna li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînim.”    Goçer, bang li hemû muxalefeta civakî kir ku li dijî sûcên nefretê bi berpirsyarî rabin û got ku ew ê li dijî nefretê dengê xwe ji bo hevgirtin, edalet û wekheviyê bilind bikin.