Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin 2024-09-23 16:15:34   AMED - Bi girseyî serdana şîna Alî Ekber Orûç ê li girtîgehê nexweşî lê peyda bûbûn û duh jiyana xwe ji dest da, hat kirin.    Alî Ekber Orûç di sala 1993’yan de li navçeya Hezexa Şirnexê tê girtin. Li girtîgehê nexweşî li Orûç peyda dibin. Ji ber nexweşiyên xwe di sala 2014’an de tê berdan. Alî Ekber Orûç (55) ê li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest dabû û li gundê Mezrikê yê ser bi navçeya Çinara Amedê ve hat veşartin.    Girseya ku rêveberên DBP, DEM Partiyê, MEBYA-DER, siyasetmedar Sebahat Tuncel, Hevşaredara Amedê Serra Bûcak jî di nav de serdana şîna Alî Ekber Orûç kirin. Girseyê û siyasetmedaran ji malbatê re sersaxî xwest.