Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin 2024-09-24 13:55:02   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan ku di serdana endamên partiyê de axivî diyar kir ku ji niha û pê ve dê ji bo rêxistina xwe xurt bikin bênavber bixebitin û wiha got: "Em ê bi jin, ciwan û gelê xwe re yekitiya xwe avabikin û têkoşîna xwe mezin bikin."   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan bi hevberdevka partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan re li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê serdana endamên partiyê, hevşaredarên navçe û bajarokan kir. Bakirhan û şandeyê li gel wî li ber avahiyê ji aliyê gelek kesan ve bi çêpikan hat pêşwazî kirin.    Bakirhan, li vir piştî silavkirina endamên partiyê axaftinek kurt kir. Bakirhan, diyar kir ku di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de îradeya gelê Şirnexê hate desteserkirin û wiha axivî: "Em ê dîsa şaredariya xwe bidestbixin. Me şaredariyên xwe yên ku qeyûm hatibûn tayînkirin careke din bi destxistin. Li hemberî desteserkirina îradeya gelê Şirnexê li metropolên Tirkiyeyê bi wan da winda kirin. Ji niha û pê ve jî em ê ji bo rêxistina xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin bênavber bixebitin. Em ê bi jin, ciwan û gelê xwe re yekitiya xwe avabikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Çawa ku Seyit Riza digot 'min bi derew û hîleyên we nekarî ev ji min re bû derd lê min li dijî we çok nedanî bila ew jî ji we re bibe derd', gelê Şirnexê jî li dijî derewên wan çok nedanî bila ew jî ji wan re bibe derd."      Bakirhan, piştî axaftina xwe bi endamên partiyê re sohbet kir û pêşniyarên wan guhdarî kir. Pişt re Bakirhan û şandeya pê re serdana xwe ya li Şirnexê bi dawî kirin û bi çepikan ji rêxistina partiyê hatin oxirkirin.