Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin 2024-09-24 16:03:25   AMED - Ji bersûcên doza Apartmana Hîsamî ya di erdheja navenda wê Mereş bû û 100 kes di bin de jiyana xwe ji dest dane re 17 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn.    Doza Apartmana Hîsamî ya ku di erdheja navenda wê Mereş bû de 100 kes jiyana xwe ji dest dan 32 kes jî birîndar bûn, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Mutehidên bersûc Mehmet Alî Korkût, Mehmet Meşe, Nûrettîn Ozcan û Ahmet Ozcan ên bi sûcdariya “bi zanebûn bûna sedema mirinê” bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Parêzerên gilîkar û bersûcan jî di danişînê de amade bûn.    Danişîn bi diyarkirina nasnameyan dest pê kir. Kesên xizmên wan di bin avahiyan de jiyana xwe ji dest dane, xwestin bersûc werin cezakirin. Dozger jî mutala da, xwest bersûc werin cezakirin û rewşa wan a girtinê bidome.    BERSÛC HATIN CEZAKIRIN   Bersûc parastina xwe kirin û xwestin werin berdan. Bersûc Mehmet Meşe jî diyar kir ku ew avahî bêyî pirsgirêk temem kiriye, ji ber piştre mudaxile li avahî hatiye kirin, avahî hilweşiyaye û xwest ji ber pirsgirêkên xwe yên tendurstiyê were berdan. Piştî parastinan, dadgehê bi sûcdariya “bi zanebûn bûne sedema mirina gelek kesan” 17 sal û 6 meh cezayê hefsê li besûcan birî. Dadgeh derbarê 3 kesan de biryara domandina girtinê da û bersûc Mehmet Meşe jî bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê berda.