Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn 2024-09-24 16:57:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên DEM Partiyê têkildarî “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûnek pêşkeş kir û xwest ku di înfaza cezayî de guhertin were kirin.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo rakirina xala ku tê xwestin înfaza cezayê giran ê muebbetê neyê sekinandin, pêşnûmeqanûnek ji bo guhertina Qanûna Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlekariyê pêşkêş kirin. Di pêşnûme qanûna li ser navê Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî hat dayîn de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê bi guhertina di sala 2004’an de hat kirin re cezayê îdamê hatiye rakirin û li şûna wan cezayê muebbetê yê girankirî hatiye anîn û şert û mercên înfazê bêhtir hatine girankirin.   DI BIRYARÊ DE BIRYARA BINPÊKIRINÊ YA DMME’YÊ HATE BIBÎRXISTIN    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bişert ê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kiribû. Di pêşnûme qanûnê de ev biryar hate bibîrxistin.    Di pêşnûme qanûnê de heman biryarên têkildarî girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatine dayîn jî hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Li Tirkiyeyê 1453 kesên ku cezayê wan ê darvekirinê veguherandina cezayê hefsê yê muebeda girankirî hene.” Di pêşnûme qanûnê de hate xwestin ku di înfaza cezayî de guhertin were kirin.